Orhan Pehlül
04 Nîsan 2024•Rojanekirin: 04 Nîsan 2024
Abdurrahman Tutdereyê ji Partiya Gel a Komarê (CHP) yê ku wek Şaredarê Adiyemane hat hilbijartin mezbetaya xwe wergirt.
Tutdere mezbetaya xwe li Edliyeya Adiyemanê ji destê Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr Burak Merîç wergirt.
Tutdere diyar kir ku di hilbijartinê da gel ew hilbijartiye û wiha axivî: "Me mezbetaya xwe wergirt, em ê bajarê xwe bi hev ra pêşva bibin. Hêvîdar im ku ji niha û pê va jî em ê bi hev ra bajarê xwe bi rê va bibin."
Abdurrahman Tutdere paşê çû Şaredariya Adiyemanê.
Tutdere li vir mohra bajêr ji destê şaredarê berê Suleyman Kilinç wergirt, ji ber xebatên wî yên heta niha spasiyên xwe pêşkêşî wî kir.
Tutdere paşê bangî welatiyên li ber şaredariyê kir.