Orhan Pehlül
12 Tebax 2023•Rojanekirin: 13 Tebax 2023
Li Tuta navçeya Adiyemanê traktor welgeriya şerampolê û 8 kes birîndar bûn.
Traktora bi plakaya02 TA 703 a ku M.D diajot nêzî gundê Koseliyê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Di qezayê da ajokar û 7 kesên di romorkê da birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Tutê.