Mehmet Niyazi Deniz
12 Tebax 2023•Rojanekirin: 13 Tebax 2023
Li Perwariya navçeya Sêrtê agirê bi qada daristanê ketibû, hat temirandin.
Di daxuyaniya walîtiyê weşand da hat bibîrxistin di 9ê Tebaxê da ji cendirmeyan ra xeber hat ku agir bi goma Karamika li ser gundê Doganê ketiye.
Ji Midûriyeta Rêvebirina Daristanê ya Sêrtê ra jî xeber çû.
Bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredar Osman Hacibektaşoglu ji Sêrt û bajarên derdorê makîneyên kar û gundparêz jî tê da 100 personel sewqî ciyê şewatê kirin.
Bi xebata ekîban va piştî 52 saetan encameke erênî derket holê û agir hat temirandin.
Di dema şewatê da 3 xebatkarên daristanê jî ji ber du jehrî ketin û li nexweşxaneyan hatin tedawîkirin.
Di şewatê da 5 donim erdê lê darên berûyê hebûn, zirar dît.