28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
BITLIS
Li Tetwana navçeya Bedlîsê teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê kiribûn rogarê, dema ku wesaîta servîsê ya personelên mala artêşê derbas dibû hat teqandin û di teqînê da 5 esker birîndar bûn.
Waliyê Bedlîsê Ahmet Çinar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê kiribûn rogarê, dema ku wesaîta servîsê ya personelên mala artêşê derbas dibû hat teqandin.
Çinar diyar kir ku di teqînê da 5 leşker birîndar bûn û wiha got: "Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Tetwanê. Rewşa leşkeran baş e. Ji bo qefaltina terorîstan operasyon dest pê kir."