Sevim Hatun
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
AĞRI
Li Agiriyê ji ber mijê di çûnûhatinê de astengî çêbû.
Li navenda bajêr mija ku bi şev çêbû danê sibê jî belav nebû. Wesayitên ku danê sibê derketin trafîkê ne karibûn bi hêsanî bi pêş bikevin.
Ajokarên ku derketin serê rê, ji ber mijê herî zêde 15 metre pêşiya xwe dibînin.
Ekîbên polêsan ên ku li herêmên cuda ên bajêr kontrola rê dikin, ajokar ji bo mijê hişyar kirin.
Li bajêr hê jî mij heye.