Türkan Tosun
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
HATAY
Bajarê Hatayê ya ku hemû taybetmendiya xwarinên Tirk, Ereb û Fransiyan di xwe de dihewîne û bajarekî gastronomiyê ye, bi xwarina "Taweya Belenê" va jî navdar e.
Ev xwarin navê xwe ji navçeya Belenê digre û dîroka wê digihêje heta dema Osmaniyan. Xwarin bi goşt, firingî, pîvaz, sîr, îsot û baharatên cuda va tê çêkirin û paşê di firina kevir de tê pijandin.
Navçeya Belenê ji ber ku li ser rêya hevrişimê ya dîrokî ye û ev xwarin di kervansaraya Qanûnî Siltan Silêman de hatiye îkramkirin, di demeke kin de navdar bûye.
Hosteyê çêkirina vê xwarinê Ahmet Goçmen ji nûçegihanê AAyê re got ev xwarin li navçeyê pir navdar e û mîrata çanda berê ye.
Goçmen got turîstên herêmî û biyanî vê xwarinê pir hez dikin.
Goçmen anî ziman ev xwarin bi goştê berxan tê çêkirin û tişta ku tehma wê zêde dike jî baharat û şiklê pijandinê ye.