Haydar Şahin
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê têjika pişîkê ya ku ketibû nav motora minîbêsê piştî xebateke dirêj hat xilaskirin.
Welatiyan bihîstin ku ji motora minîbêseke li hewşa Saziya Ewlekariya Civakî deng tê li ser vê bangî ekîbên agirkujiyê kirin.
Ekîbên agirkujiyê hatin herêmê û tesbît kirin ku di nav motora wesayîtê da pişîkek heye û li ser vê gihîştin Çetîn Demirhanê xwediyê wesayîtê.
Demirhan hat cem wesayîta xwe, kaputa wê vekir. Di roniya lambeyê da hat dîtin ku têjikeke pişîkê di rexê motorê da asê maye. Ekîbên agirkujiyê û Demirhan xebitîn ku ji binê wesayîtê ra xwe bigihînin pişîkê lêbelê bi ser neketin û li ser vê parçeyê mihefezeya motorê ji cî derxistin.
Piştî xebateke ku qasî saetekê dewam kir pişîk ji wê derê derxistin.