Fatih Gazioğlu
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Kebaba bibalîcan a Şanliurfayê ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirk ve, hat tescîlkirin.
Tehm û xwarinên Şanliurfayê him ji bo wek mîrate û him jî wek tehma bajêr bê zanîn tên tescîlkirin.
Saziyên Şanliurfayê bona tescîlkirina van xwarin û tehman xebatên xwe didomînin.
Odeya Sanayî û Organîzeya Şanliurfayê (ŞUTSO) ji bo belgeya tescîlê serî li Saziya Merqe û Patenta Tirk xistibû. Ev serlêdan ji aliyê saziya patentê va hat qebûlkirin.
Serokê Odeya Sanayî û Organîzeya Şanliurfayê (ŞUTSO) Halîl Peltek daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bajarê Şanliurfayê ji hêla xwarin û vexwarinê ve bajarekî dewlemend e.
Peltek diyar kir ku wan ji bo tescîla "kebaba bibalîcan" serî li saziyê xistibû û wiha dewam kir: "Serlêdana me hat qebûlkirin. Beriya vê jî 17 berhemên me yên din hatibûn tescîlkirin. Gelê Şanliurfayê ji 'kebaba bibalîcan' gelekî hezdike û dixwe. Xebatên me yên bona tescîlkirina xwarin û tehmên herêma me wê dewam bikin."
- "Mişteriyên me ji kebaba bibalîcan gelekî hêzdikin"
Hosteyê kebabê Halîl Aîşe jî got ku ew ji ber biryara vê tescîlkirinê gelekî kêfxweş bûne û wiha axivî: "Kebaba bibalîcan bi balîcanên Bîrecîkê û bi goştê berxê were çêkirin xweş çêdibe. Hemû turîstên biyanî û herêmî ji vê kebabê gelekî hezdikin. Ev tescîlkirin gelekî baş bû."