Haydar Şahin
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Di çarçoveya "Seferberiya Xwendin û Nivîsandinê" ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî dan destpêkirin da qursiyerên Hekariyî yên ku hînî xwendin û nivîsandinê bûn sertîfakaya xwe ji destê Walî Cuneyît Orhan Toprak hildan.
Walî Toprak di merasima mezuniyetê da axivî û got tesbît kirin ku li tevahiyê Hekariyê 5 hezar welatî nizanin bixwînin û binivîsînin û wiha pê da çû:
"Ji wan 4 hezar û 200 kes beşdarî qursên me bûn û hema bêje tevahiyê wan bi serkeftî qurs xilas kirin. Jinên ku di van qursan da hînî xwendin û nivîsandinê bûn êdî dikarin pirtûk û rojnameyan bixwînin, îşaretên trafîkê fehm bikin, li daîreyên dewletê karûbarên xwe hel bikin. Ya ku kêfa min pê hat jî ew e ku jinên dihatin qursan bi kelecanî dihatin. Hemû bextewar bûn. Dixwazin ku derbasî asta 2yan bibin û wekî dibistana seretayî xwendinê bidomînin. Jinên li hemû polên ku ez beşdar bûm zewicî bûn. Min ji wan pirîs ku mêrê wan ji vî karî dibêjin çi, gotin mêrên wan jî wan teşwîq dikin. Ez jî ji vê derê sozê didim wan ku hetanî asta 2yan a piştî wê dîplomeya dibistana seretayî didin em ê xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku bûn rêberê bernameyeke wiha ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî ra sipasdar im."
Funda Topraka jina Walî Toprak, Cuneyt Epcîmê Wekîlê Şaredar, Suleyman Suvat Dîlberogluyê Midûrê Ewlekariyê, Mîrlîwa Ferdî Korkmazê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr, Veysel Durgunê Midûrê Perwerdeya Neteweyî û midûrên saziyan beşdarî merasimê bûn.