Tunahan Akgün
12 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2022
Li Onîkîşubata navçeya Kahramanmaraşê karkerên demsalî yên daristanê ku bi mebesta jinûve şînkirina erdên zuwa û yên ji şewatê zirar dîtine, bi sitran û kilaman daran diçînin.
Karkerên ku destê sibê zû ji malên xwe derdikevin, piştî taştiya xwe bi çaya ku li ser tifikê çê dikin, dixun, berê xwe didin qadên darçandinê yên Rêveberiya Karûbarên Daristanan.

Karkerên ku bi danheva qirş û darikên li qada daristanî ya bi qasî 105 hektar a li dexma Bulutoglu Kavkartê dest bi kar dikin, piştre jekîbên girêdayî Rêveberiya Karûbarên Daristanan wan datînin qadên diyarkirî û dest bi çandina daran dikin.
60 karkerên darisatanan ku bi hezaran darên çamên sor çamên fisteqan diçînin di dema bêhnvedana nîvro de jî bi saz û tembûrê sitranan dibêjin.

Yek ji karkerên daristanan Ahmet Aydogan ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku daristan ji bo gundiyên li van çolwaran deriyekî dahatê ne.
Aydogan destnîşan kir ku bi hilatina rojê re dest bi xebatê dikin û ji ber destpêkirina sermeyê jî karê wan dijwar dibe.

Karkerekî din bi navê Îbrahîm Aydogan jî got, "Di bêhnvedana vî karê dijwar de carinan heval dibêjin 'ka ji me re bistire' ez jî bi sitrana dilên wan germ dikim."
Ji karkeran dayika 4 zarokan Cennet Aydinê jî destnîşan kir ku digel dijwariya şert mercên hewayê ew li ser karê xwe ne û got, "Li vêderê carina baran û carinan jî berf dibare. Ji bo çandina daran herî kêm em 100 metro bi kaş ve hewa dikevin. Ev 7 sal e ez vî karî dikim. Dema ez dibînim darên ku min çandine, mezin dibin ez gelekî kêfxweş dibim."