İsmail Hakkı Demir,Günay Nuh,Aykut Temur,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,İdris Karaoğlu,Hüseyin Demirci,İsmail Kaplan
13 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan û Qersê berf dibare, li Agiriyê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê berfê serê sibehê dayê û park û baxçe çîl û spî bûn.
Welatiyan berfa ser wesayîtên xwe û pêşiya kargeha xwe paqij kirin.
Ekîbên Şaredarî û Rêbejan li herêmên ku lê berpirsyar in, xebat kirin ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve.
Medreseya Cotminare ya dîrokî, Keleha Erziromê, Sê Kumbet, Medreseya Yakutiyeyê û gelek berhemên dîrokî bi berfê xemilîn.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 17 santêm hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare.
Li bajarê ku kuçe û kolanên wê di binê berfê da man, ekîbên Rêbejan, Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên şaredariyê xebat da destpêkirin.
Bi şev ji ber berf û bagerê rêya 9 gundan hat girtin û ekîban paşê rê vekirin.
Karkerên ku li derva dixebitin, agir vêxist û xwe li ber germ kirin.
Oktay Balciyê ku karê lastîkên wesayîtan dike, diyar kir, ji ber ku ew li derva dixebitin serma zorê dide wan û wiha dewam kir, "Ji bo ku em xwe germ bikin, em agir vêdixin. Hem em hem mişteriyên me germ dibin. Êdî hewa sar e."
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û seqem heye.
Li bajarê ku deverên wê yên bilind berf bariye, serma tengasiyê dide kişandin.
Mehmet Gunay Eserê ku li navçeya Dutaxê dijî, di sir û seqemê da jî bo bota xwe li ser Çemê Muradê geriya.
- Qers
Li Qersê du roj in bi navber berf dibare.
Ji ber berfa ku carinan zêde dike, şofêr tengasiyê dikişînin, ekîban rê xoy kir.
Personelên şaredariyê berfa ser rê û peyarêyan paqij kir.
Li navçeyên Sariqamîş, Qaxizman, Susuz û Akyakayê jî berf barî.
Li pîstên etaba duyem a Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindahiya berfê derket 25 santêman. Daristanên sariçamê spî bûn.
Li navçeya Akyakayê hin welatiyan berfa ser wesayîtên xwe û pêşiya kargehên xwe paqij kir.
Xwendekarên ku serê sibehê çûn dibistanê, beriya dersê bi topên berfê leyîstin.
Li navçeya Susuzê jî ekîbên EDAŞê yên Erez xetên ceyranê yên ku berf û cemed girtine, paqij kirin.