Harun Nacar
06 Mijdar 2025•Rojanekirin: 07 Mijdar 2025
Li bajaroka Aydinlarê (Kazoxa) ya Elcewaza navçeya Bidlîsê, 5 hezar fîdanên dara çamê hatin danîn.
Ji hêla Şaredariya Aydinlarê va di çarçoveya "Roja Dardanînê ya Neteweyî" da çalakiya fîdandanînê hat lidarxistin.
Bi beşdariya xwendekarên zanîngehê, 5 hezar fîdanên dara çamê hatin danîn.
Îbrahîm Ergunê Şaredarê Aydinlarê di çalakiyê da axivî û diyar kir ku parastina xwezayê, mezintirîn mîrat e ji bo nifşên paşerojê û wiha dewam kir:
"Me 5 hezar fîdanên dara çamê anîn bajaroka me. Em ê van fîdanan li ser kuçe û kolanên hemû taxên me daynin. Ez spasiya xwendekarên me yên ku beşdar bûn û her wiha kesên keda wan çêbû dikim."
Rûken Uluturka xwendekar jî wiha axivî, "Em beşdarî çalakiya danîna daran bûn. Her darek jiyanek e. Em divê xwedî li xwezaya xwe derkevin."