Önder Beyter
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Şaredariya Êgila navçeya Diyarbekirê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê (BHQ) da cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, ji bo ku navçe di warê tûrîzmê da bi pêş bikeve û navdar be, xebatên xwe zêde kirin.
Piştî ku Şaredara Êgilê ya DBPyî Petek Elyuse ji ber lêpirsîna di der heqê wê da ji kar hat hildan, ji bo şaredariyê cîgirşaredarekî nû hat destnîşankirin. Rêveberiya nû ya şaredariyê jî ji aliyekî va deynên ji serdema berê dide û ji aliyê din va jî xebatan dike da ku navçe di warê tûrîzmê da bibiriqe.
Qaymeqamê navçeyê Kurşad Atakê ku di heman demê da wekî cîgirşaredar hat peywirdarkirin, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ev navçeya Diyarbekirê hem potansiyela xwe ya tûrîzma baweriyê û hem jî ya siruştê heye.
Atak bal kişand ku dema wan rêveberiya şaredariyê wergirt, li pêşiya wan dîmeneke nexweş hebû û wiha dewam kir, "Tu nasnameyeke dezgehî ya şaredariyê tunebû, şaredariyê ji xebatkarên xwe sûd wernedigirt, tu projeke şaredariyê ya ji bo siberoja navçeyê tunebû, çavkaniyên heyî ji bo mefaya gel nedihatin emilandin û di ser da jî di kîsikê wê da jî tu çavkanî nemabû."
Atak diyar kir ku wan di serî da dest bi xebata guhertina vê dîmenê kir û di çarçoveya daxwazî û talebên welatiyan da wan projeyên nû amade kirin. Atak herwiha got ku wan dû ra yek bi yek ev proje bi cih anîn û di warên cuda cuda yên xîzmetguzariyê da xizmet û berhemên nû pêşkêşî gel kirin.