Hüseyin Yıldız
11 Nîsan 2023•Rojanekirin: 19 Nîsan 2023
Li Qada Avî ya Karasuyê ya ku dikeve rojhilatê Tirkiyeyê cureyê çûkan gihîşt 200î.
Qada Avî ya Karasuyê ya ku li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya li aliyê Îdirê ye bi berfa ku dihele va dewlemend dibe û ji gelek heywanan ra mazuvaniyê dike.
Ev der navenda heywanên cuda, teyr û tûyan e ku çûkên koçber biharê û payîzê tên vê derê.
Komeleya KuzeyDogayê, Zanîngeha Îdirê, Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê û dildar li herêmê hema bibêje her roj çavdêriyê dikin.
Ew cureyên çûkan qeyd dikin ku hejmara cureyên hatin tesbîtkirin bû 200.
Çûkên ku di navê da cisnên ji hêla Yekîtiya Parastina Xweza û Çavkaniyên Xwezayî ya Dinyayê (IUCN) va li lîsteya sor hatine zêdekirin jî hene, çi ji bo jiyînê çi ji bo bêhnvedanê qadê bi kar tînin.
Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Zanista Çûkan a Zanîngeha Îdirê Endamê Hîndekariyê Dr. Emrah Çelik ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku Karasu ji hêla zanista çivîkan va cihekî pir girîng e.
Çelik bal kişand ku ew nexasim di wextê koçê da li vê qadê xebateke bênavber dimeşînin û bi çavdêriyên bên kirin va jî hejmar dê zêde bibe.
Çelik destnîşan kir, ji Ermenistan, Nexçiwan û Îranê jî cisnên çûkan tên vê devera Tirkiyeyê ya li ser sînorê welatên navborî. Çelik her wiha got ku ev rewş bandoreke girîng li zêdebûna cisnên çûkan dike.