Haydar Şahin
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
IGDIR
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya ku ji parkên neteweyî yên herî mezin ên Tirkiyeyê yek e meymûnên avê bala gelê herêmê û tûrîstan dikişînin.
Meymûnên avê yên ku li aliyê Îdirê ya bintara Çiyayê Agiriyê li ciyên avî dijîn li herêma ku gundî û tûrîst diçinê jiyana xwe didomînin.
Ji vir sed sal berê meymûnên avê ji Amerîkaya Başûr, Şîlî û Arjantînê ji bo postê wan anîn Bulxaristan, Ermenistan û Rûsyayê ku di çêwlikan da xwedî bikin, lêbelê di salên 1950yî da meymûn berî çil û çiya dan û meymûn li wan deran jiyana xwe didomînin.
Di nav heywanên kovî da herî zêde meymûnên avê balê dikişînin. Meymun ji çemê Eres ra derbas dibin û li herêma xwe dijîn.
Mete Turkogluyê Midûrê Daristan û Karûbarên Avê yê Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herêm ji hêla nebat û heywanan va dewlemend e.
Turkoglu destnîşan kir ku Çiyayê Agiriyê ji gelek cure heywanên kovî ra malxwedîtiyê dike û wiha axivî: "Herêm ji ber avûhewa, cî û tebîeta xwe ya nehatiye xirabkirin ji gelek cisnê heywanên beyanî ra malxwedîtiyê dike. Li vê derê hin heywanên wisa hene û ku gelek kes navê wan nizanin. Meymûnên avê jî ji wan heywanan in."
Turkoglu got meymunên avê ji welatên cînar revîne û hatine bintara Çiyayê Agiriyê û wiha pê da çû:
"Meymûnên avê di salê da 5 çêjikan tînin, hejmara wan zêde bûye û ev dera ji xwe ra xistine war. Ji navenda bajêr hetanî sînorê Îran û Nexçivanê meriv dikare li der û dora avê van meymûnan bibîne. Li herême gelek gund hene, xêncî wan hin kes jî ji bo meymûnên avê bibînin tên herêmê. Ligel van, meymûnên avê bi rihetî jiyana xwe didomînin."
Turkoglu got ku heywan û çivîkên li herêmê bala gelek zanyaran jî dikişînin û wiha axivî:
"Li herêma ku meymûnên avê lê dijîn gelek cisn çivîk, heywanên beyanî û dîmenên tebîeta xweşik hene. Kesên ku jiyana çolê mereq dikin, li ser lêkolînê dikin, dîmenên wê dikişînin dikarin werin vê derê jî. Bi taybetî meymûnên avê bi tevger û jiyana xwe ya rengîn va zehf balê dikişînin. Meymûnên avê carcaran derdikevin ber tavê û xwe dirêj dikin û bîhna xwe didin."