Abdullah Tel
31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
ÎDIR
Kesên li ber pala Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî mezin ê Tirkiyeyê erdê xwe ji keviran paqij dikin û bi firotina wan keviran jî debara mala xwe dikin.
Şêniyên gundê Erhaciya ser Îdirê dijîn debara xwe bi berhevkirina wan kevirên ku ji volkanê Agiriyê mane dikin.
Paleyên keviran serê sibehê zû radibin û diçin nav erdê xwe û li gor daxwaza kiryaran keviran berhev dikin. Bi mûcên ji pola hatine çêkirin va ji zinarên mezin kevirên qirase diqetînin û gêrî ber qada berhevkirinê dikin û li wir jî barî romorkê dikin û ji kiryaran ra dibin.

Ev kevirên hanê bi piranî di dîwarên malan û bingehê da tên bikaranîn lewra ev kevir havînê xaniyan hênik û zivistanê jî germ dihêle û ji ber vê taybetiya xwe tê tercîhkirin.
Xwedî erdan ji aliyekî va bi berhevkirina kevirên nav erdê xwe va dibin xwedî zevî û ji aliyê din va jî bi firotina wan keviran va pere qezenc dikin.
Ji paleyên keviran Şevkî Arpat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kevirên ew derdixin zêde tên telebkirin û wiha pê da çû: "Ev kar ji bav û kalan da ji me ra maye. Em serê sibehê çawa radibin tên ser karê xwe. Demên berê da perê ku ji vî karî dihat baş bû lê demekê ji rewacê ket niha dîsa baş e."

Arpat destnîşan kir ku ew li gor daxwaza kiryaran keviran derdixin û wiha dewam kir: "Curbecur kevir hene û em bi rêbazên berê wan rehên di keviran da hene bi mûcê diderizînin. Paşê kevirê mezin ê diqete jî ber bi berjêr va gêr dikin. Kevir dema hat rasta motor bikaribe bê û li wê demê em dest bi perçekirinê dikin. Li romorkê bar dikin û kî bixwaze ji wî ra dibin. Gotinek heye dibêjin nanê xwe ji kevir derdixe, bi rastî jî em nanê xwe ji kevir qezenc dikin."
Paleyê keviran Arpat ragihand ku kirina vî karê hanê qewetê dixwaze û ji aliyekî va jî divê mirov cureyên kevir bizanibe û nas bike.
Orhan Aslankayayê ku heman karî dike jî got ku xaniyên bi van keviran hatibin çêkirin zivistanê germ û havînê jî hênik dimînin.