Abdullah Tel
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
KARS
Li Sariqamîşa navçeya Qersê Rasîm Kayayê xwediyê Mala Çandê roviyên birçî yên heta ber malê tên di baxçeyê malê da xwedî dike.
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û hewaya sar a ku di bin sifirê da heta 15 pileyî daketiye peydakirina xwarin û xurekê ji bo heywanan zehmettir bû. Roviyên li çolê birçî dimînin û nikarin tiştekî peyda bikin berê xwe didin taxên mirov lê dijîn.
Roviyên heta baxçeyê Mala Çandê ya li texma Rasta Hançerliyê ya navçeyê tên ji hêla xwediyê malê Rasîm Kaya va tên xwedîkirin. Kaya nan û bermayiyên xwarinan ji bo roviyan datîne baxçe û rovî jî xwe pê têr dikin.
Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber berf û hewaya sar heywanên çolê di peydakirina xwarin û xurekê da zehmetiyê dikişînin û wiha pê da çû: "Roviyên birçî dimînin heta baxçeyê malê tên û em jî ji bo wan xwarin û xurek datînin. Êdî ew jî hînî me bûne. Her êvar tên, hestî, nan û li baxçe çi hebe dixwin. Pir jî jîr in dema ku têr dibin bermayiyên din jî di bin berfê da ji bo ku careke din bên û bixwin vedişêrin. Di van rojên sar da mirov divê li hemberî heywanên çolê bi rehm bin."