Önder Beyter
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
VAN
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li piraniya herêmê hewa wê pir ewrayî be. Tê pêşbînîkirin ku li Mûş, Bitlîs û Hekariyê danê êvarê, li Wanê jî bi şev berfê dest pê bike.
Tê texmînkirin ku li herêmê serê sibê û bi şev ji ber hişkiyê erdê biqerime û herwiha cih cihan jî mij û bûsî wê çêbe.
Li herêmê germahiya hewayê wê di asta demsalê da be û herwiha ba jî wê ji hêla rojavayê başûr nerm û car caran jî qewî rabe.
Li herêmê germahiya herî nizim di bin sifirê da li Bitlîsê 10, li Wanê 9, li Mûşê 3 û li Hekariyê jî 2 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê jî wê li Mûş, Wan û Hekariyê 2, li Bitlîsê jî sifir pile be.
Peywirdaran welatî, kesên eleqedar û bi taybetî jî ajokar hişyar kirin ku îro serê sibê û bi şev ji ber hişkiyê erdê biqerime û ji ber hindê jî ji bo ku rewşeke nexweş neqewime divê ev kes baldar û bi tevdîr bin.
- Li Wanê rêyên 64 gundan xitimîn
Ji aliyekî din va jî, berfa ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibare, li ser jiyanê tesîreke neyênî dike.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber berfê li seranserê parêzgehê rêyên 64 gundan xitimîn.
Peywirdarên Midûriyeta Rêbejê ya Herêma 11emîn ragihandin ku ekîb ji ber cemedê xebatên xwe yên reşandina xoy didomînin.
- Li Bitlîsê rêyên 4 gundan hatin girtin
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bitlîsê Umît Kurtkan jî diyar kir ku ji ber berfê rêya 4 gundan hat girtin û herwiha ekîb jî xebat û şixulên xwe dewam dikin ku van rêyan vekin.