Abdullah Tel
23 Gulan 2020•Rojanekirin: 26 Gulan 2020
Bi biryarnameya Serokomariyê va Gola Nazik û Gola Aygirê wek qadên hesas ên divê bên parastin hatibûn îlankirin û 70 hezar masiyên ji xerzan derketine berî ava wan dan.
Midûriyeta Giştî ya Berhemên Avê û Masîgiriyê ya Wezareta Çandinî û Daristanê di çarçoveya "Projeya Masiyan Berî Avên li nav Tirkiyeyê Bidin" da ji Enstîtuya Lêkolîna Berhemên Avê ya Akdenizê 70 hezar û masiyên ji xerzderketî temîn kir.
Di bin çavdêriya Rifat Çelîkê Midûrê Çandinî û Daristanê ya Bitlîsê da li Ahlatê 40 hezar masî berî ava Gola Nazikê û li Adilcewazê jî 30 hezar masî berî ava Gola Aygirê dan.
Bi projeyê va tê xwestin ku bila avên golan beredayî nemînin û jê bê îstifadekirin.