Önder Beyter
15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ANKARA
AFADa girêdayî Wezareta Karên Navxweyî hat damezirandin
Bi Biryarnameya Serokomariyê va Serokatiya Rêvebirina Afat û Rewşa Bilez (AFAD) ku bi Wezareta Karên Navxweyî va girêdayî ye hat damezirandin.
"Biryarnameya Serokomariyê ku Nimroya wê 4 e û der heqê Teşkilata Dem û Dezgehên Girêdayî Wezaretan û Dem û Dezgehên Mayîn da ne" di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gorî vê, Serokatiya Rêvebirina AFADê ku bi Wezareta Karên Navxweyî va girêdayî ye hat damezirandin.
Di biryarnameyê da cih dan şaxên xizmetê yên Serokatiyê yên ku ji teşkilatên navend û ne navendê pêk tên.
Lijneya Şêwrê ya Afat û Rewşa Bilez a di bin sîwana serokatiyê da dê di bin serokatiya serok û alîkarê serok da bicive. Herwiha di lijneyê da wê ji Wezareta Karên Derva û ya Karên Navxweyî, Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasadxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bozgazîçî, Midûriyeta Giştî ya Lêgerîn û Lêkolîna Madenan, Dezgeha Lêkolîna Zanistî û Teknolojîk a Tirkiyeyê û Komeleya Heyva Sor a Tirkiyeyê ji her yekî nûnerek hebin.
Lijne di salê da wê herî kêm du caran bicive. Herwiha li ser banga serok, lijne dê bikaribe bi awayekî awarte jî bicive.
Li parêzgehan jî midûriyeta afat û rewşa bilez a parêzgehê ku girêdayî walî ye, hatin damezirandin.
Şêwra Eskerî ya Bilind ji nû va hat verastkirin
Bi Biryarnameya Serokomariyê va bingeha Şêwra Eskerî ya Bilind (ŞEB) ji nû va hat verastkirin.
Li gor biryarnameya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin endamên ŞEBê ji Alîkarên Serokomar, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Derva, Wezîr Karên Navxweyî, Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, Wezîrê Parastina Neteweyî, Serekan û Fermandarên Hêzan pêk tê.
Li gor Biryarnameya Serokomariyê ya 8em Serokomar wê Alîkarê Serokamar wek serok diyar bike û Şêwra Eskerî ya Bilind wê bi banga wî alîkarî va salê herî kêm carekê bicive. Heke ku hewce bike Serokomar wê Şêwrê bicivîne.
Endamên ku beşdarî civînê nabin, wê bikaribin der heqê mijarên rojevê da fikra xwe bi nivîskî bişînin civînê.
Biryarên ŞEBê wê bi pesendkirina Serokomar va tekemul bibe.
Civîn wê veşartî werin kirin.
Li gorî Biryarnameya Serokomariyê Alîkarên Serokomar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî jî dê bibin endamê Şûraya Bilind a Eskerî.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va bingeha Şêwra Eskerî ya Bilind ji nû va hat verastkirin.
Li gor Biryarnameya Serokomariyê ya 8em Serokomar wê Alîkarê Serokamar wek serok diyar bike û Şêwra Eskerî ya Bilind wê bi banga wî alîkarî va salê herî kêm carekê bicive. Heke ku hewce bike Serokomar wê Şêwrê bicivîne.
Biryarên Serokomar yên li ser tayînkirina rektoran bo 6 zanîngehan di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va Sererkanî bi Wezîrê Parastina Neteweyî va hat girêdan.
Bi biryara Serokomariyê va ji bo Rektoriya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Nurî Aydin hat tayînkirin.
Bi biryara Serokomar va ji bo Rektoriya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Erol Ozvar hat tayînkirin.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va TÎKA û Serokatiya Tirkên Dervayî Welat û Civatên Eqreba bi Wezareta Çand û Tûrîzmê va hat girêdan.
Bi biryara Serokomar va Alîkarê Midûrê Giştî yê Aselsanê Prof. Dr. Mehmet Çelîk wek endamê YOKê hat hilbijartin.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va Midûriyeta Giştî ya Weqfan bi Wezareta Çand û Tûrîzmê va hat girêdan.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va Serokatiya Rêvebirina Afat û Rewşa Bilez ku li ser Wezareta Karên Navxweyî ye hat damezirandin.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va di çarçoveya verastkirna ku hat kirin, Lijneya Ewlehiya Neteweyî wê bi banga Serokomar du mehan carekê bicive. Dema ku Serokomar nebe jî Alîkarê Serokomar wê serokatiya wê bike.