Türkan Tosun
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Bi Biryarnameya Serokomariyê ya ku hejmara îro ya Rojnameya Fermî da hat weşandin usûl û esasên der barê wezîfe û rayeyên teşkîlata Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hatin diyarkirin.
Biryarnameya Serokomariyê ya li ser Teşkîlata Serokatiya Ragihandinê îro di Rojnameya Fermi da hat weşandin
Li gor vê Serokatiya Ragihandinê ya girêdayî Serokomariyê wê bê avakirin, xebat û stratejiyên vê wezaretê wê ji hêla Serokomariyê va bên diyarkirin.
Serokatiyê agahîdayînê, danasînê, hevkariya di navbera saziyên civakî yên sivîl û saziyên kamuyê da, propagandayên der barê Tirkiyeyê da û gelek mijarên bi vî rengî bişopîne.
- Wê Karta Çapemeniyê Bide
Ji bo xebatkarên çapemeniya welêt û yên biyanî verastkirin û xebat wê bên kirin, tevdîr bên dîtin û bername bên lidarxistin.
Ji bo xebatkarên çapemeniyê karta çapemeniyê wê bê dayîn, kar û barên vê pêvajoyê wê bên şopandin.
- Sîstema Daneyên Medyayê ya Tirkiyeyê wê bê avakirin
Di bin banê Serokatiya Ragihandinê da Sîstema Daneyên Medyayê ya Tirkiyeyê wê bê avakirin û ji bo ku ev sîstem rojane bimîne tevdîr wê bên dîtin. Ji bo xebatkarên çapemeniya welêt û yên biyanî perwerdeyên çapemeniyê wê bên dayîn.
Ji bo van serokatiyek wê bê avakirin û di bin vê serokatiyê da jî binşaxên din wê bên avakirin.
- Şaxên xizmetê hatin diyarkirin
Ev şax wê ji Serokatiya Daîreya Dîplomasiya Kamuyê, Serokatiya Daîreya Çapemenî û Weşanê, Serokatiya Daîreya Têkiliyên Gel, Serokatiya Daîreya Wergerê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Rêvebiriyê, Serokatiya Daîreya Agahiyê, Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Stratejiyê û Muşawirtiya Hiqûqê pêk bê.
Serokatî her sal bi şertê ku budçeya xwe derbas neke wê bi Ajansa Anadoluyê (AA) ra peymaneke dema wê herî zêde 5 sal e îmze bike.
Her şax wê xebatên xwe bidomînin, pêşkêşî serokatiyê bikin û ewê jî pêşkêşî Serokomar bike.
Serokomar wê biryara alîkariyê, xebatan û texsîsê bide.
- Wê hevkariyê bike
Serokatî wê bi wezaretên din, saziyên kamuyê, teşebusên îqtisadî yên kamuyê, saziyên wek saziyên kamuyê ne ra hevkariyê bike.
Xizmet, wezîfe, xebat, proje, rê û rêbaz wê ji hêla serokatiyê va bên diyarkirin û bên şopandin.
Ji bilî van di biryarnameyê da der barê xebat û rayeyên PTTyê da jî verastkirinek hat kirin.
Li gor vê verastkirinê dema ku PTT li nav welêt û dervayî welêt şirketan ava dike an jî dibe şirîkê şirketekê ev esas û usûl wê ji hêla Serokomariyê va bên diyarkirin.