Şener Toktaş
12 Adar 2022•Rojanekirin: 12 Adar 2022
Li bajarê Bidlîsê aşît bi ser baxçeyê mala (mêvanxane) mamosteyan da ket û 7 wesayîtên li hewşê bûn, di bin berfê da man.
Berf û pûka ku tesîra xwe li bajêr didomîne bi şev bû sedema xesarê û li Taxa Pêncminareyê bi şev aşît ket û 7 wesayîtan zirar dît.
Li ser deng welatî bi şev derketin û dîtin ku aşît ketiye bangî ekîbên Şaredariya Bidlîsê û Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) kirin û hewl dan wesayîtan ji bin berfê derxin.
Ekîbên şaredariyê yên hatin herêmê berfa ketibû baxçeyê mala mamosteyan paqij kirin.
Ji welatiyan Fatîh Kozanê wesayîta wî di bin berfê da ma daxuyanî da rojnamegeran û wiha domand: "Em bi şev ji ber deng rabûn. Aşît bi ser wesayîtên ku me da ket. Mala wan ava, ev hevalan alî me dikin. Ekîbên AFADê li vê derê bûn. Em di tengasiyê da ne. Hevalên li mala mamosteyan dimînin, tên û alî me dikin lê ev bi qeweta me dernakevin. Aşîteke mezin ket û 7 wesayît li hev siwar bûne. Şikir ku tiştek bi kesî nehatiye û mirî tunene."