Fatih Gazioğlu
25 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Li Bidlîs û navçeyên wê barîna berfa ku serê sibe destpêkiribû li ser jiyana rojane tesîreke neyînî kir.
Duh şev li bajêr ba rabû û sermayeke zêde çêbû. Ba û serma piştî demekê cihê xwe ji berfê re hişt.
Li navend û navçeyên Xelat û Tetwanê ji ber ketina berfê welatiyan û şofêran zehmetî kişand.
Hin zarok jî ji ber barîna berfê kêfxweş û derketin kolanan ji xwe ra leyîstin.
Hin welatî jî berfa li deriyên xwe û li ser wesayîtan paqij kirin.
Li ser rêya Bidlîs û Tetwanê li dehma Rahwayê mij û dûman çêbû. Şoferên di rê da ji ber mijê zehmetî kişandin.