Fatih Gazioğlu
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
BITLÎS
Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Bidlîsê ya ku li ser ciyekî bi qasî 585 hezar mêtrokareyê hatiye avakirin fabrîqeyên nû tên avakirin.
Xebatên binesaziya çêkirina Herêma Pîşesaziya Organîze ya Bidlîsê hatin temamkirin.
Waliyê Bidlîsê Îsmaîl Ustaoglu daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji vir şûn da Herêma Pîşesaziya Organîze ya Bidlîsê wê aktîftir be. Ustaoglu diyar kir ku wan ji 585 mêtrokare erdî 303 hezarê wê ji bo pîşesaziyê veqetandiye û wiha axivî:

"Me ji 55 parselan 15yê wan ji bo muteşebisên ku wê ji xwe re karekê ava bikin veqetand. Xebatên bona 40 parselî jî didomin. Em li hêviya muteşebisên nû ne. Ji bo avahiya îdarî û serastkirina derûdora herêmê jî me dest bi xebatê kir."
Ustaoglu diyar kir ku beriya zivistanê ew ê xebatên înşeatê xilas bikin û wiha dewam kir: "Êdî li herêmê ji bo muteşebisên ku dixwazin li vê derê kar bikin tu astengî nema. Herêm nêzî xeta trênê jî ye. Ji bo maliyetê tu mesref dernakeve."