Li gor agahiyên ku ji kesên beşdarî civîna Koalîsyona Neteweyî ya ku ji hêzên siyasî yên şiî pêk tê hatin hildan Nûrî el-Malikî ji bo vekişandina ji namzediya serokwezîriyê 25 şer û merc pêşniyaz kir. Lê Malikî berê destnîşan kiribû ku çi dibe bila bibe ew ê ji namzediya serokwezîriyê venekişe.
Hat destnîşankirin ku Malikî gotiye heke ew ji namzediya serokwezîriyê vebikişe ji bo wî û malbata wî peymana nivîskî ya ku dê neyên şopandin xwestiye. Ji daxwazên Malikî yek jî alîkariya serokomariyê ye, yanî alîkariya serokomariyê divê bidin Malikî û yan jî kesekî ku Malikî wek namzed nîşan bide bidin wî.
Malikiyê ku serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ye ji bo partiya xwe xwest ku bila çend wezaratên girîng bidin partiya wî. Ji bilî vê jî Malikî got ku divê dest nedin ser mal û milkên wî û partiya wî, 2 hezar parêzvanên wî yên ku dixebitin jî bi heman mehaneyî karê xwe bidomînin.
Malikî ev cara duyemîn e ku li Iraqê Serokwezîriyê dike û hin kes dixwazin ku bila ji bo cara sêyemîn ew nebe namzed lê wî jî destnîşan kiribû ku ew bi tu awayekî ji namzediya serokwezîriyê venakişe.
Li Iraqê di navbera koman de bi awayekî ne fermî lihevkirin pêk hat û li gor wê peymanê meqama serokomariyê dan kurdan, serokwezîrî dan şiiyan û serokatiya meclisê jî dan suniyan.
Di hilbijartina dawîn a li Iraqê de "Koalîsyona Dewleta Qanûn" a ku serokê wê Nurî el-Malikiye di parlementoyê de 93 parlementer bi cih kir, "Bloka Muttehîdunê" 23 "Koalîsyona Şiiyan" 29 û "Bloka Wataniyeyê" jî 21 parlementer bi cih kir. Li iraqê ji bo damezrandina hikûmetê lazim e ku 165 parlementer bên bal hev. Lê li gor daneyên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê tu partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.