Haydar Şahin
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2020
Li Hesareka Navenda Xweşiqitandinê ya Bîngolê werzişvanên xweşiqitandinê ji ber barîna berfê kêfxweş bûn.
Hesareka Navenda Xweşiqitandinê ya 34 kîlomêtre li dûrî navenda Bîngolê ya li nêzî gundê Dîkmeyê xwedî pîsta hezar û 600 mêtre dirêj, otêle 70 nivînî, teleskî û telesiyejê duh bi barîna berfê va çîl û sipî bû.
Piştî barîna berfê werzişvanên Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr li navenda xweşiqitandinê dest bi antrenmanan kirin.
Yasîn Kizilirmakê werzişvan diyar kir ku hezkiriyên xweşiqitandinê bi barîna berfê va kêfxweş bûn, piştî berfê ji bo pêşbaziyan dest bi antrenmanan kirin.
Kizilirmak wiha axivî: "Me bi 18 werzişvanên xwe ra dest bi antrenmanên şiqitandinê kir. Hem ji ber dereng barîna berfê hem jî ji ber pandemiyê me dereng dest bi antrenmanan kir û nika bi lez didomînin. Antrenmanên me yê bênavber dewam bikin. Hedefa me ew e ku di pêşbaziyên navneteweyî da bajar û welatê xwe bi serketî temsîl bikin û bi ser bikevin."
Edanur Çankuruya werzişvana şiqitandina revê jî diyar kir ku piştî barîna berfê dest bi antrenmanan kirin û gelekî kêfxweş in.