BÎNGOL
Li Kigiya navçeya Bîngolê, endamên rêxistina PKKyê li ser rê mayin veşartin û dema ku wesayita leşkeriyê derbas dibû, bi qumandeyê ew teqandin. Di bûyerê de kes nemir û birîndar nebû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, rêxistina terorê li ser rêya di navbera Bîngol û Kigiyê de bombe binerd kirin. Mayina ku bi kûmandeyê ji dûr ve dihat kontrolkirin, dema ku wesayîta leşkeriyê derbas dibû hat teqandin. Bi şideta teqînê li ser rê çaleka mezin çêbû.
Di bûyerê de kes nemir û birîndar nebû, lê wesayîta bizirx xisar dît. Li herêmê operasyon dan destpêkirin.