İbrahim Atmaca
08 Adar 2021•Rojanekirin: 09 Adar 2021
Li Bîngolê berf barî û navçeya Kanîreşê spîçîl bû.
Li navçeyê qalindahiya berfê heta 10 santêmî zêde bû, berfê wesayît pêçan. Ekîbên rêbejan ji bo ku berfa rêyan bavêjin serê sibê dest bi xebatê kir.
Esnafên ku kargehên xwe vekirin, pêşiyê berf avêtin.
Ji şêniyên navçeyê Omer Sogut wiha axivî, "Li Kanîreşê heke berf di sibatê da nebare, nayê wê meneyê ku wê di adarê da nebare. Berf bereket e, lewra havînê feyda wê ji heywandarî û nebatan ra pir çêdibe."