Ahmet Dengeşik,Rıdvan Korkulutaş
22 Adar 2024•Rojanekirin: 23 Adar 2024
Li Bîngolê ji ber berfê îro li seranserê bajêr dibistan tetîl in.
Waliyê Bîngolê Ahmet Hamdî Usta li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li Bîngolê ji ber berfê îro li seranserê bajêr dibistan tetîl in.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku xebatkarên dewletê yên astengdar û jinên ducanî wê biîzn bên hesibandin.
Piştî berfa serê sibehê barî li navenda bajêr kuçe û kolan ji berfê sipî bûn.