Mehmet Emin Gürbüz
17 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Li ser Otorêya Anadoluyê li tanga Tunela Çiyayê Boluyê berfê dest pê kir.
Li ser guzergehê taviya baranê ya ku nîvro dest pê kir û heta berêvarê dewam kir, vegerand berfê.
Berf bi taybetî li ser otorêyê li tanga viyadukan, Yumrukaya, xaçerêya Abantê, Tunela Çiyayê Boluyê dibare. Barîna berfê ji ber ku tesîrê li zemînê nake, di veguhestinê da tengasî çênabe.
Ekîbên rêbejayê, ajokarên dê devera Tunela Çiyayê Boluyê bi kar bînin hişyar kirin ku bêyî lastîka zivistanê dernekevin rê, mesafeya şopînê bihêlin û wesayîta xwe zêde beza neajon.
Ekîbên rêbejayê jî li herêmê xebatên dijî berfê didomînin.