İbrahim Atmaca
22 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
BITLÎS
Li Bitlîsa navçeya Tetwanê berfê rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê girt û ji bo vekirina rê xebat bê navber didome.
Di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijare yên Ewropayî (EDEN) da Gola Kraterê ya Nemrûdê "Xelata Têkûziyê" hilda. Ev gol li dinyayê duyemîn gola kraterê ya dinyayê û yekemîn a Tirkiyeyê ye. Rêya golê tê vekirin.
Li quntarê Çiyayê Nemrûdê qalindahiya berfê cî bi cî dertê 4 mêtreyan. Ekîbên paqijiya berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr 3 roj berê xebatên vekirina rê dan destpêkirin û xebat dewam dikin.
Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Adem Aydogdu, Midûrê Xizmetên Rê û Çûyîn û Hatinê Umît Kurtkan û Walî Îsmaîl Ustaogluyê ku xebatên Çiyayê Nemrûdê şopand, daxuyanî dan rojnamegeran û gotin ku raqima lûtkeya kalderaya Nemrûdê nêzî 2870î ye.
Walî Ustaoglu bi bîr xist ku îsal weke li her derê welêt li Bitlîsê jî li gor salên berê berf hindik barî û wiha dewam kir:
"Lê li kalderaya Nemrûdê weke her sal îsal jî gelek berf barî. Me her sal di meha gulanê da rêya kalderayê vedikir. Lê îsal bû nesîb û me di hefteya dawîn a meha adarê da vekir. Em 3 roj in li vê derê ji bo vekirina rê dixebitin. Li gor texmîna me vê gavê li lûtkeyê 4 mêtre berf heye. Em ê vê derê di nav 3-4 rojan da vekin û xwe bigihînin herêma golan."
Ustaoglu diyar kir ku di demeke nêz da Ekspresa Gola Wanê wê li vê herêmê dîsa dest bi xizmetê bike û ew ê di 26ê adarê da qafîleyeke tûrîstên xwemalî li Tetwanê bikin mêvan û wiha dewam kir: "Divê her kes were kalderaya Nemrûdê bibîne. Înşeallah em ê li kêleka Gola Wanê û gola kraterê saz bikin û di heyama pêşiya me da eleqeya li ser vê herêmê wê zêdetir bibe."