Hüseyin Yıldız
27 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2023
Li Çiyayên Erezê yên Îdirê ji ber bager û bahozê berf wek sûlavê ber bi jêrê va herikî.
Li deverên bilind ên bajêr berf barî, paşê bager û bahoz çêbû.
Li Çiyayên Erezê bayekî xurt rabû û berfa ku barî wek sûlavê dakete jêrê.
Di nav gel da ev bûyer wek sûlava berfê jî tê binavkirin.
Dema ku berf wek avê herikî dîmenên balkêş derketin holê.