Li Îdirê balafirgeh her çiqas nû be jî, welatî ji bo rêwitiyê balafiran tercîh dikin. Par di çileya paşîn de 12 hezar û 255 kesan bi balafirê ve rêwîtî kir. Lê îsal di heman mehê de 16 hezar û 15 kesan rêwitiya balafirê kir.
Di herdu mehên dawîn de 30 hezar û 642 mirovan rêwîtî kir.
Li Îdirê di heftê de 5 roj seferên Stenbolê, her roj jî seferên Enqereyê hene.
Nifûsa Îdirê 190 hezar û 424 e. Par li bajêr 197 hezar û 561 kesan rêwîtî kir.