09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ÇORUM
Otobêseke rewiyan a ku ji Îdirê diçû Stenbolê, li Çorumê welgeriya. Di qezayê de kesek mir û 41 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa ku plaqeya wê 34 PSY 65 li Osmancika navçeya Çorumê qeza kir.
Di qezayê de kesek mir û 41 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmancikê.
Hat ragihandin ku rewşa 4 kesan giran e.