İbrahim Yaldız
09 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2024
MUŞ (AA) - Li Deşta Mûşê dirûna gulberojên di 54 hezar dekar erdî da hatine ajotin, dest pê kir.
Ji hêla Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê li Kargeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslan merasima dirûnê hat lidarxistin.
Waliyê Mûşê Avni Çakir diyar kir ku wan sezoneke bi liv û tevger li dû xwe hişt.
Çakir bal kişand ku hilberîna gulberojên hem ji bo rûn û hem jî ji bo êmîş tê kirin û wiha got, "Tevkariya vê ya aboriyê ya salewextê 400 milyon lîre ye."
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mehmet Gun jî diyar kir ku par ji bo rûn 22 hezar dekar erd, ji bo êmîş jî 13 hezar û 500 dekar erd bi guleberojan hatin ajotin.