Mahmut Bazlama
09 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2024
Cotkarên Deşta Arabanê li ser 15 hezar donim erazî dest bi berhevkirina pembû kir.
Wextê berhevkirina pembûyê ku hilberîner jê ra "zêrê spî" dibêjin, hat.
Hilberînerê pembû yê Arabanî Yusuf Karataş ji rojnamegeran ra got ku wî serê donimê nêzî 500 kîlo pembû hilda.
Karataş got ku sezon ser xêrê be û wiha dewam kir, "Em bi pembû ra zor û zehmetiyê dikşînin. Îsal xêr û bereketa berhevkirina bi makîneyê me şa dike."