09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Bi saya Projeya Avdana Pompajê ya Deşta Sirûcê ya di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da hat çêkirin li Deşta Sirûcê çandinî geş bû û niha jî derxistina kartolan dest pê kir.
Bi projeya Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê ji tunêlên avdanê yên 17 hezar û 185 mêtro dirêj û 7 mêtro fireh in 2 sal e ji bo Deşta Sirûcê av tê pompekirin.
Bi saya derfet û îmkanên avdanê li Deşta Sirûcê gelek tişt tên çandin. Berê cotkaran tenê bi gelemperî genim, ceh û nîsk diajotin, lê niha jî ji ber îmkanên avdanê pembû, kartol, bacanê reş, îsot, firingî, sîr, nane û fasûliyên terr tên ajotin.
Piştî ceribandinan li Deşta Sirûcê qederê 200 donim kartol hat çandin.
Mehmet Murat Yahlîzadeyê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji sedî 90ê nifûsê Sirûcê cotkariyê dike.
Yahlîzade diyar kir di sala 2017an da li Deşta Sirûcê derfet û îmkanên avdanê çêbûn û bi saya vê jî kartol hatin çandin.
Bîlal Doganê cotkar diyar kir 17 sal in kartol datînin û got berê me li Nevşehir û Sêwasê vî karî dikir.
Dogan destnîşan kir piştî li Deşta Sirûcê derfet û îmkanên avdanê çêbûn li Sirûcê vî karî dikin û wiha got: "Li vir 12 cure kartol hatin ceribandin. Niha qederê 200 donim heye. Em kartolên derdixin dişînin Wan, Erzirom, Entab, Batman û Mêrdînê."