Nihat Kavşut
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
ÇANAKKALE
Li Çanakkaleyê 226 qaçaxên biyanî yên dixwestin bi 2 qamyon û mînîbusekê bi qaçaxî herin Îtalyayê hatin qefaltin.
Li gor agahiyan li ser îxbarê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan li Gulpinara gundê Ayvacikê û Geyikliya beldeya Ezîneyê derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin di operasyonê da 226 qaçaxên biyanî yên ji Sûriye, Pakistan û Hindistanê ku dixwestin bi 2 qamyon û mînîbusekê bi qaçaxî herin Îtalyayê hatin qefaltin.
Li gor agahiyan 6 kesên organîzatoriyê dikirin hatin binçavkirin.

Li Bêndera Kumbagê di keleka bi navê "Mayar-1"ê da 5 organîzatorên wê qaçaxên biyanî bişandana Îtalyayê hatin qefaltin.
Di kelekê da 5 litre ava vexwerinê, 100 kîlogram xurme û 500 nanê lawaş hat dîtin.
11 kesên bi îdiaya organîzatoriyê kirine hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyên Ayvacikê.
Qaçaxên hatin girtin jî sewqî Navenda Biyaniyan ya Ayvacikê kirin.