05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê dest bi derxistina kartolên ku bi piştgiriya Midûriyeta Xurek û Heywandariyê ya Navçeyê li 120 dolim erdî hatibû avêtin kirin.
Endezyarê Zîraetê Ensarî Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li bendê ne ku ji 120 dolim erdî qasî 400 tonî kartolan hildin.
Yildiz destnîşan kir ku piştî 4 mehan dest bi derxistina kartolan kirin û wiha got:
"Berê cotkarên me li vê derê ket û genim diajotin û qîmeta wan kêm digirt. Cotkarên me îsal li vî erdê ku nexweşî lê tune berê xwe dan kartolan û ev biryareke biîsabet bû. Erdê navçeya me avî ye û ji bo kartolan ev tiştekî baş e. Di bazarê da ciyê kartolan heye û ji bo firotina wê zehmetî nayê kişandin, ji aliyekî va jî qîmeta wê zêde ye û dide qezenckirin. Çaxa ku cotkarên me kartol ajotin em şa bûn. Me der barê zîraeta vê da agahî da cotkarên xwe."