Nihat Kavşut
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê jinek û 2 keç û xwîşka xwe di bendavê da xeniqîn.
Li gor agahiyan jinika bi navê Hediye (40) û keçên wê Ayşenur (12) û Şeval Nîsa Karabulut (9) û xwîşka wê Havva Kaya (35) ji Kozlixa navçeya Batmanê ji bona ger û geştê çûn Tirba Bezwanê ya li Çalionuya mezreya Gurpinara gundê Sîlvanê û bo şûştina firaqan çûn qeraxa bendavê.
Li gor agahiyan demek şûnda keçik ketin bendavê û Hediye Karabulut û xatiya wan Havva Kaya ji bona keçikan xwe diavêjin avê.
Li ser hewara xizmên wan ekîbên xilaskirinê çûn ciyê bûyerê û ji avê cinazeyê wan derxistin.
Ji bona otopsiyê cinazeyê Hediye û keçên wê Ayşenur û Şeval Nîsa Karabulut û xwîşka wê Havva Kayayê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlvanê.