DİYARBAKIR
Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Mexdûran û Sêwiyan (Yetîm-Der)ê bi çalakiyekî 21 sêwî zewicandin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş di merasîma Qada Batikentê ya navçeya Baglarê de axivî. Goktaş diyar kir ku ola îslamê dibêje ku divê kesên feqîr bên zewicandin û ji bo vê divê her kes hewl bide.
Goktaş diyar kir ku emperyalîzm li ser bêehlaqiyê û bênikahiyê şîn dibe û wiha axivî: "Ji bo ciwanên dinyayê ew kesên ku mînak têne nîşandan ha jin be, ha mêr be ji wan yek jî ne bextewar e. Hunermendên bi hevduberdan, bêmal û halbûnê ve jiyaneke nebaş dijîn nîşanî gel didin. Heke ku em bixwazin şeytan û dostên wî dûr bikevin divê em girîngiyê bidin zewacê."
Serokê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl jî diyar kir ku sala borî wan 24 kes zewicandin û îro jî ji bo ku 21 sêwiyan bizewicînin daweteke mezin û coş li dar xistin.
Piştî axaftinan mêvanên ku beşdarî dewatê bûn bi hev re govend girtin.