Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi pirsa "Çima gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku hatibûn dardekirin teslîmî malbatên wan nayên kirin?" pêşniyarnameya lêkolînê ya Meclîsê dabû. Di Lijneya Giştî ya TBMMê de parlementerê BDPê yê Hakkariyê Adil Zozanî jî li ser vê mijarê axivî û got: "Ez sond dixwim ku em ê li Diyarbakirê peykerê Şêx Seîd deynîn û ev yek deynê stuyê me ye. Xwezî bi me ku me soza Seyît Riza ji bîr nekir. Em bûne bela serê ew kesên ku hetanî îro li ser axa Seyît Riza zilm kirine."
Zozanî di xeberdana xwe de diyar kir ku ew dixwazin cihê gora Seyît Riza bê eşkerekirin û Meclîs jî piştgiriyê bide vê daxwaza wan.
Zozanî diyar kir ku hin kes û alî dixwazin ku Şêx Saîd û serhildana wî wek "paşverûtî"yê nîşan bidin û wiha dewam kir: "Di kongreyên Erzirom û Sîvasê de soz dane kurdan lê paşê li ser sozên xwe nesekinîn û Şêx Seîd û hevalên wî jî ji ber vê yekê serî hildan."
Parlementerê CHPê yê Tokatê Orhan Duzgun jî ji Zozanî re got: "Gelo ew kîjan soz e?" Zozanî jî wiha bersiv da: "Ew sozên ku di sala 1921an de hatin dayîn. Piştî ku destûra bingehîn a tekparêzî di sala 1924an de hat derxistin li ser sozên xwe nesekinîn. Şêx Seîd jî ji ber zordestî û faşîstiya destûra bingehîn serî hilda."
Zozanî destnîşan kir ku Şêx Seîd di nav dilê kurdan de ye û got: "Ez sond dixwim ku em ê peykerê wî li qadeke Diyarbekirê deynin, ev deynê stûyê me ye û emê vê bikin."
Zozanî di axaftina xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî bi bîr anî û wiha pê de çû: "Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di heyata xwe de her tim ji bo biratiya gelên Anadolu û Mezopotamyayê xebitî. Ji bo ziman û dîroka kurdan têkoşîn da lê mixabin berhemên wî hatin guhertin û li dijî kurdan hatin bikaranîn. Em dixwazin ku cihê gora vî zatê mibarek bê diyarkirin û teslîmî gelê wî bê kirin. Em di demeke wisa de ne ku ew tiştên ji kurdan hatine sitendin divê paşve bên dayîn. Dewlet dema ku ji bo van sepandinên nexweş yên ku li dijî kurdan hatine kirin lêborînê bixwaze, wê çaxê pêvajoya çareseriyê dê baştir bibe. "
Parlementerê AK Partiyê yê Amasyayê û Serokê Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê Nacî Bostanci jî li ser van axaftin û daxwazên Zozanî axivî. Bostanci diyar kir ji bo diyarkirina cihê goran hewceyî pêşniyariyê nake, lewra dema ku TRT6 vebû ji bo vê pêşniyarname nehat dayîn û wiha dewam kir: "Der barê vê daxwaza wan de vîna siyasî dikare biryarê bide û çi hewce be dê li gor vê yekê biryarê bide. BDP ji aliyekî de piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê, ji aliyekî de jî li ser tiştên ku wê derxistiye holê disekine. Zimanê ku BDP bikartîne ne rast e, yanî ev tevger gefxwarin e. Divê ji bo helkirina pirsgirêkan BDP zimanekê nerm bi kar bîne."
- Îdiaya ku Rûsan madalya dane Şêx Seîd
Cîgirserokê Koma BDPê Îdrîs Balûken jî piştî gotinên Bostancî got: "Bi rastî gefxwarina herî mezin, ew kesên ku ev sed sale li ser gora Şêx Seîd meyxane vekirin û li wan deran fîlmên cinsî dane nişandan, kirine. Heke ji bo wê zihniyetê gefxwarin lazim be, em gelê kurd dê gef li wê zihniyetê bixwin û li Diyarbekirê, li Amedê em ê peykerê wî deynin."
Bostanci jî ji Balûken re got: "Abdullah Ocalan di girteyên Îmraliyê de gotiye 'Ataturk dê demokrasî bianiya lê Şêx Seîd bi Îngilîzan re li hev kir û serî hilda, li ser vê Ataturk jî demokrasî neanî."
Baluken jî diyar kir ku di girteyan de tişteke wisa tuneye.
Parlementerê MHPê Yûsûf Halaçoglu jî îdia kir ku artêşa Rûsî madalya daye Şêx Seîd û Seyît Riza. Parlementerê CHPê Huseyîn Aygun li dijî vê îdiayê sekinî û got ku tişteke wisa tuneye.
Halaçoglu jî got: "Min ev yek di vîdeoyeke ku di wê demê de hatiye qeyd kirin de temaşe kir û ez ê ji we re jî bînim.