Ahmet Kaplan
06 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2022
Li herêma Qerecdaxê ya Diyarbekirê dirûna birincê Qerecdaxê yê tescîlkirî dest pê kir.
Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê li taxa Alatosunê ya gundewar ji bo destpêka dirûna birinc çalakî li dar xist.

Walî Alî Îhsan Su di çalakiyê da pêşiyê bi makîneya dirûnê paşê jî bi dasê birinc dirût.
Walî Su li vê derê daxuyanî da rojnamegeran û got ku dirûna birinc bi xêr û bereket be.

Su diyar kir ku li bajêr 48 ber hatine tescîlkirin, birinc jî yek ji van berên tescîlkirî ye û wiha dewam kir, "Birincê Qerecdaxê birincekî pir taybet e. Ji bo ku ev birinc zêdetir were danîn û were pêşxistin em xebatên mezin dikin."

Su daxuyand ku li gor pergala qeydê ya cotkaran îsal li ser nêzî 7 hezar û 500 dekarî birincê Qerecdaxê hat danîn.