Ahmet Aydın
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2019
Li Ovacixa navçeya Dêrsimê bi mebesta pîrozkirina sersalê çalakiya 'Gaxan'ê hat lidarxistin.
Li Ovacixê komek welatî kevneşopiya 'Gaxan'ê ku hefteya dawî ya salê tê pîrozkirin û ber bi jibîrkirinê ve diçe, vejandin.
Pîrozbahiya kevneşopa Gaxanê ku berê li gundan dihat lidarxistin, ji aliyê Dewzera koma reqsên gelerî ve bi beşdariya welatiyan û esnafan li navenda navçeyê hat lidarxistin.

Li gorî kevneşopiyê zilamek xwe dixe qilixê kalekî û yek xwe dixe qilixê bûkekê digel alîkarekî wan bi lêxistina dahol û zurnê direqisin û ji esnafan xwarinê berhev dikin û sersala welatiyan pîroz dikin.
Li gorî lîstikê hinek welatî hewl didin bûka kalo birevînin û kalo jî bi goqalê xwe bera wan dide.

Çalakiya ku di bin barîna berfê de bi dahol zurnê û reqsan dewam kir. Pişt re jî xwarinên ku hatin berhevkirin, li hola dawetê ya şaredariyê hat îkramkirin.
Emre Koçê lîstikvanê reqsa gelerî ya Dewzerê di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku kevneşopa Gaxanê di nava çanda Elewiyan de ye û got, "Em li sûk û bazarê li esnafan digerin, ev roj ji bo me pîroz e. Rojî tê girtin, loqme tên belavkirin, danûk tê kelandin û ji bo zêdebûna heywanan ew danûk li axur û goman tên daleqandin. Kevneşopa Gaxanê çalakiyeke derûnî ya qedîm e. Berê herkes li taxa xwe, li gundê xwe mal bi mal digeriyan, rûn, nan, ard berhev dikirin û dûv ra digel gundî taxeyiyan dixwarin û beşek wê jî li feqîran dihat belavkirin."