Zafer Fatih Beyaz
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ji bo cejna Noelê (Christmas) de got, "Cejna Noelê ya welatiyên me yên Xrîstiyan ji dil û can pîroz dikim. Li gorî nirxên şaristaniyeta ku em endamên wê ne, em hebûna dîn çandên cuda weke dewlemendiyekê dibînin."
Serokomar Erdogan ji bo 24ê Sermawezê Cejna Noelê (Christmas) ya bawermendên Xrîstiyan peyamek weşand.
Erdogan cejna Noelê ya welatiyên Xrîstiyan pîroz kir û wiha got, "
Li gorî nirxên şaristaniyeta ku em endamên wê ne, em hebûna dîn çandên cuda weke dewlemendiyekê dibînin. Ev bîrûboçûna ku temelê aramî, ewlekarî, yekîtî û tebayiya gelê me ye, hêzeke me ye ku em di siberojê de jî di nava aşitiyê de pêkve bijîn.
Ez hêvîdarim cejna Noelê ya welatiyên me yên Xrîstiyan ku li gorî baweriya xwe wê pîroz dikin, bibe sedema geşesendina îqlîma piştevaniyê. Bi van bîr û hestan, di serî de Xrîstiyanên welatiyên me, em cejna Noela hemî alema Xrîstiyanan pîroz dikin."