İsmail Şen,Ekrem Payan
27 Adar 2022•Rojanekirin: 28 Adar 2022
Li Elezîz û Şirnexê berf û bagerê rêya 84 cî û waran girt.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Rê û Xizmetên Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Elezîzê hat hildan, berfê rêya 15 gundên ser navendê, ji navçeya rêya 29 gundên Sîvrîceyê, 21 gundên Madenê, 6 gundên Baskîlê û gundekî Kebanê girt.
Ji bo vekirina rêyan ekîb bê navber dixebitin.
- Şirnex
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, li bajêr 4 roj in li navend û navçeyên Uludere û Beytuşebabê berf dibare, bi taybetî di çûyîn û hatina gundên bilind da tengasî dertê.
Berfê li navendê rêya gundekî, li Uludereyê rêya 2 gund û mezreyekê û li Beytuşebabê jî rêya 6 gund û 2 mezreyan girt.
Li herêmê qalindahiya berfê cî bi cî dertê 30 santêmî, ji bo vekirina rêyên girtî xebat tên kirin.