Suat Öztürk
29 Nîsan 2025•Rojanekirin: 30 Nîsan 2025
Li Kovancilara navçeya Elezîzê otomobîlek welgeriya, di qezayê da 5 kes birîndar bûn.
Wesayita bi plakaya 06 EGZ 985 ye û O.F.T diajot, li nêzî gundê Yazibaliyê ji kontrola ajokar derket û welgeriya.
Di qezayê da K.B, Y.U, Î.Ç, Ç.O. û T.U.yê di wesayitê da bûn, birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên 112a Servîsa Acil, agirkujî, cendirme û polêsan hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.