BATMAN
Muxtarê gundê Yakitliya li ser navenda Batmanê A. Samet Gezîci di daxuyaniya xwe de got, piştî ku sala 1948an neft hat dîtin, TPAOyê gundê me wekî gundê bira îlan kir. Av û ceyrana gund jî TPAOyê peyda kir.
Gezîcî diyar kir ku ji xaka gundê wan rojê 7 hezar warîl petrol tê derxistin. Gezîcî got ku ji sala 1948an heta niha di navbera me û TPAOyê de dilnerihetiyek, astengiyek an jî rewşeke ku bibe sedema dozê neqewimiye. Lê îro av û ceyrana me hate birîn. TPAOyê em mexdur kirin.
Gundiyan piştî axaftinê, ji ber birîna ceyran û ava vexwarinê bertek nîşan da. Gundiyan barîkat danîn ser rêya TPAOyê ya ku ji nava gund re derbas dibe û lastîk şewitandin.
Midûrê Herêmê yê TPAOyê Gokhan Akin di daxuyaniya xwe ya ji bo AAye de got ku TPAO li gor mewzûata qanûnî tevdigere. Di pêvajoya pêşiya me de TEDAŞ dê mudaxilî meselê bibe û dê xebatê ji wê hêle ve bê meşandin.