Hilmi Tunahan Karakaya,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Yusuf Ayas
16 Adar 2024•Rojanekirin: 17 Adar 2024
Li Erdexan, Erzirom û Qersê berf barî û di pey ra jî sir û serma çêbû.
Li Erziromê piştî ku duh nîvrokî berf barî îro sir û serma çêbû. Dar û ber û peyarêyan cemed girt.
- Qers
Li Qersê jî duh berf berf barî, sir û serma ket.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berf barî û navenda navçeyê û dar û ber ji berfê sipî bûn.
Hin welatiyan bi bêran berfa li ber mal û dikanên xwe paqij kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî.
Li bajêr cî bi cî berf dibare û bager çêdibe.