Özgen Beşli
17 Adar 2024•Rojanekirin: 19 Adar 2024
Endamên Komeleya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Çiyagerî û Werzişên Siruştê ya Qersê (KARSDAK) hilkişiyan Çiyayê Qisirê ya bi berfê nixûmiye û bilindahiya wê 3 hezar û 197 mêtro ye.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa ku barî bandor li ser Çiyayê Qisîrê jî kir û çiya bi berfê nixûmî.
Çiyager li çiyayê ku qalindahiya berfê hin cihan gihîşt mêtro û nîvekê meşiyan.
Endamên komeleyê li gundê Kiziroglûyê ya li ser navçeya Sûsûzê li hev civiyan û serê sibê dest bi meşê kirin.
Werzişvan piştî rêwîtiyeke 3 saetan gihîştîn lûtkeya çiyê, alaya Tirkiyeyê û wêneyê Ataturk nîşandan.
Serokê KARSDAKê Ozfer Koçak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew havîn û zivîstan hem li Tirkiyeyê û hem jî li deverên cuda yên dinyayê dimeşin û hildikişin çiyayan.
Koçak got ew îro jî hilkişiyan cihê herî bilind ê Qersê û wiha axivî: "Her sal zivistanê em hildikişin Çiyayê Qisirê, Allahuekber û yên din"
Mehmet Guneşê 14 sal in çiyageriyê dike jî got wan ji gundê Kiziroglu dest bi rêwitiyê kiriye û wiha dewam kir: "Em her sal tên li vê cihê bêhempa yê siruştê, lê cara ewil e ku em rastî hewayeke wiha xweş tên. Em bendê ne ku kesên dixwazin beşdarî çalakiyên çiyageriyê bibin bên."
Kemalettîn Ozişik jî got qasî 3 saetan meşiyane û wisa gihîştine çiyê.